5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan

Li Mêrsînê di encama wergerîna baseke serbazî ya Tirkiyê de, 5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Mêrsînê di encama wergerîna baseke serbazî ya Tirkiyê de, 5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan.

Waliyê Mêrsînê ragihand, baseke serbazî li navçeya Sertavul  a Mêrsînê wergeriya û di encamê de 5 serbazên Tirkiyê û ajokarê basê canê xwe jidest dan û 10 serbaz jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, birînên hin birîndaran giran e û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin, lê sedama wê bûyerê aşkere nekir.

 

S. B