5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan
Li Mêrsînê di encama wergerîna baseke serbazî ya Tirkiyê de, 5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Mêrsînê di encama wergerîna baseke serbazî ya Tirkiyê de, 5 serbazên Tirkiyê canê xwe jidest dan.
Waliyê Mêrsînê ragihand, baseke serbazî li navçeya Sertavul a Mêrsînê wergeriya û di encamê de 5 serbazên Tirkiyê û ajokarê basê canê xwe jidest dan û 10 serbaz jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, birînên hin birîndaran giran e û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin, lê sedama wê bûyerê aşkere nekir.
S. B