HDPê parlemanter Mensûr Işik 2 salan ji partiyê dûr xist

Parlamneterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP yê Mûş’ê Mensûr Işik 2 sal ji HDP’ê hat dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamneterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP yê Mûş’ê Mensûr Işik 2 sal ji HDP’ê hat dûrxistin.

Rêvebiriya HDP’ê ji ber ku Mensûr Işik li hembêr hevjîna xwe Ebrû Işik tundî pê anîbû, lêpirsîn dabû destpê kirin û duhî encama lêpirsînê hat ragihandin. Biryara 2 dûrxistina Mensûr Işik ji aliyê Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Bêştaş ve hat aşkere kirin.

Bêştaş da zanîn, bi prensîpa ku beyana jinê esas e, herdu alî jî hatine guhdarîkirin û biryar hatiye dayîn, ku demkî 2 sal Mensûr Işik ji partiyê bê dûrxistin.

Parlamenterekî din yê HDP’ê, parlamenterê Mêrdînê Tuma Çelîk jî hefteya bûrî, bi hênceta ku destdirêjî li jinekî kiriye, ji HDP’ê hatibû dûrxistin kirin.

 

S. B