Li Tirkiyê 14 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 14 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 14 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 942 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 659 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 228 hezar û  924 kes bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kir jî, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî gihişt 212 hezar û 557 kesan. Rewşa 542 nexweşan jî ne cîgir e.

 

S. B