Kovara Gerçek Hayat: Bila Xîlafet Were!
Li Tirkiyê ji alî kovarek nêzî hikûmetê ve, bangawaziya bo karîgerkirina pergala xîlafetê hat kirin...
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê ji alî kovarek nêzî hikûmetê ve, bangawaziya bo karîgerkirina pergala xîlafetê hat kirin û vê bangawaziyê agirê siyaseta Tirkiyê gur kir.
Bangawaziya kovarê ligel opozîsyon û raya giştî ji alî desthilatê ve jî, hat rexne kirin. Lêbelê opozîsyon îddia dike; ev fikr a Xîlafetê bi piştgiriya desthilatê, bi vî awayî tê rojevê. Herwiha ji ber vê bangawaziyê, hemberî kovarê doz hate vekirin.
Piştî mizgeftkirina Ayasofya, , li Tirkiye gengeşe û aloziyên di navbeyna Kemalistan û Islamiyan de gur bûn e.
C.B