Kovara Gerçek Hayat: Bila Xîlafet Were!

Li Tirkiyê ji alî kovarek nêzî hikûmetê ve, bangawaziya bo karîgerkirina pergala xîlafetê hat kirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê ji alî kovarek nêzî hikûmetê ve, bangawaziya bo karîgerkirina pergala xîlafetê hat kirin û vê bangawaziyê agirê siyaseta Tirkiyê gur kir.

Bangawaziya kovarê ligel opozîsyon û raya giştî ji alî desthilatê ve jî, hat rexne kirin. Lêbelê  opozîsyon îddia dike; ev fikr a Xîlafetê bi piştgiriya desthilatê, bi vî awayî tê rojevê. Herwiha ji ber vê bangawaziyê, hemberî kovarê doz hate vekirin.

Piştî mizgeftkirina Ayasofya, , li Tirkiye gengeşe û aloziyên di navbeyna Kemalistan û Islamiyan de gur bûn e.

 

 

C.B