Li Tirkiyê amarên koronayê: 18 kes mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesên din jiyana xwe ji dest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 18 kesên din jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 728 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 2yê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 987 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 232 hezar û 856 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 978 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 216 hezar û 494 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Li wan bajarên ku di van 3 rojên dawî de hejmara nexweşên me zêde bûye, rêjeya zatûreyê weke xwe ma. Wisa xuya dike ku li seranserê welat hejmara nexweşên giran di bin kontrolê de ye. Ji ber kêmasiyên tedbîrên di Cejna Qurbanê û betlaneyê de, ji hêla encamên ku dê çend roj şûnde derkevin holê, mirov dikeve fikaran.”

 

Î.A