Li Tirkiyê 995 kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 747 kesan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 747 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 995 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 233 hezar û 851 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1003 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 217 hezar û 497 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Mixabin di pîrozbahiyên cejnê de, li cihên geştyariyê faktora şewbê bi têra xwe li ber çavan nehat girtin. Em ji ber wê yekê nîgeran in ku zêdebûna hejmara nexweşan, ku berî niha tenê bi çend bajaran sînordar bû, li seranserê welat belav bibe. Pêwîstiya me bi yekhêzbûna tedbîran heye.”
Î.A