Baroya Diyarbekir û Înîsiyatîfa Heq bang li PKKê kirin: Zarokan berdin

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê û Înîsiyatîfa Heq bi daxuyaniyeke nivîskî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwestin ku zarokên tevlî refên PKKê bûne, demildest werin berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê û Înîsiyatîfa Heq bi daxuyaniyeke nivîskî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwestin ku zarokên tevlî refên PKKê bûne, demildest werin berdan.

Baroya Diyarbekirê û Înîsiyatîfa Heq bertek li hin nûçeyên li ser medyaya civakî belavbûne, nîşan dan, ku di wan nûçeyan de dihate gotin "Jinên ciwan ên Rojava berê xwe dan refên gerîlayan".

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê li ser vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Ji ber çi sedem û ji aliyê kê dibe bila bibe, bikaranîna zarokan di şer û pevçûnên çekdarî de, li dijî nirxên mirovahiyê û prensîbên hiqûqî yên mirovatiyê ye. Divê zarokan di şer û pevçûn û dijminahiyan de nekin aliyek. Li gor Peymannameya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku welatê me jî aliyekî vê peymannameyê ye, heta temenê 18 salî, her mirovek zarok e. Ji ber çi sedeman dibe bila bibe, em wê yekê napejirînin û şermezar dikin ku zarokan bikin aliyekî şer an pevçûnan. Em daxwaz dikin, zarokên ku bûne mijara vê daxuyaniyê, eger malbatên wan hebin, bila demildest radestî malbatên wan werin kirin, eger malbatên wan tinebin, divê radestî saziyên ku perwerdehî û debara wan dabîn bikin, werin kirin.”

Di daxuyaniyê de herî dawî hatiye gotin: “Zarokên ku bi zorê beşdarî pevçûnan têne kirin û dibin amûrên şer, mafên wan ên jiyaneke bi aştî û parastina ji tundiyê, tê binpêkirin.”

"Divê dest ji bikaranîna zarokan were berdan"

Înîsiyatîfa Heq jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da û ragihand: “Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên vekirî hatine bidestxistin, PKK û yekîneyên girêdayî wê, beşdarbûna kesên di temenê zarokatiyê de bo nav rêxistinê, bi pesndarî ragihandine. Dûrxistina zarokan ji qadên şer, ji bo rêxistinên nedewlet jî berpirsyariyeke mezin e. Divê PKK di serî de ji ber soznameya ku bi Banga Cinêvê îmze kiriye, pêwîstiyên hiqûqa mirovahiyê ya qedexekirina hebûna "şervanên zarok" bi cih bîne. Divê zarokan weke "şervan" bi kar neyne û wan vegerîna nav malbatên wan.”

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment