Buhayê petrolê dadikeve

Buhayê petrolê li bazarên enerjiyê bi awayekî berçav daketiye û ji meha Hezîranê heta niha cara ewil bermîlek petrola brent ji 40 dolaran kêmtir tê firotin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Buhayê petrolê li bazarên enerjiyê bi awayekî berçav daketiye û ji meha Hezîranê heta niha cara ewil bermîlek petrola brent ji 40 dolaran kêmtir tê firotin.

Girêbestên dahatû ji bo petrola brent bi rêjeya %4.9 daketin tomar kir û buhayê bermîlek bo 39 dolar û 95 sent daket, ev jî piştî wê yekê ku duh bi rêjeya %1.5 daketibû.

Bû pênc roj, buhayê petrolê li bazarên enerjiyê yên cîhanê dadikeve, ku ev jî li gor pêşbîniyan, ji ber daxwaza li ser petrolê ya li cîhanê ye.

Li ser vê mijarê kompaniyeke lêkolînê diyar kiriye ku ev daketina buhayê petrolê cihê nîgeraniyê ye, çimkî sedema wê bilindbûna rêjeya pêketina bi vîrûsa koronayê ye, ji ber vê yekê jî daxwaza li ser petrolê ku di van demên dawî de derketibû holê, careke din ber bi kêmbûnê ve diçe.

Fly Erbil Advertisment