Di salekê de 412 projeyên stratejîk hatin encamdan
Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav salekê de 412 projeyên stratejîk li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê encam dan.

Hewlêr (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav salekê de 412 projeyên stratejîk li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê encam dan.
Herî zêde proje li parêzgeha Silêmaniyê û îdareyên serbixwe hatine cîbicîkirin ku bi rêjeya %40 proje li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatine pêkanîn.
Birîkarê Wezîrê Plandanan Zagros Fetah amarên salekê yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Li gor amarên li ber destên Zagros Fetah, ji destpêka destbikarkirina kabîneya nehem heta niha 412 proje li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn û bi qasî 207 milyar dînar pere lê çûne.
Li Hewlêrê 119 proje bi qasî 64 milyar dînar, li Silêmaniyê 223 proje bi qasî 82 milyar dînar, li Duhokê 35 proje bi qasî 52 milyar dînar û li Helebceyê 35 proje bi qasî 8 milyar dînar lê çûne.
Piraniya projeyan li parêzgeha Silêmaniyê hatine encamdan ku bi rêjeya %40 e, piştre Hewlêr tê ku ew jî bi rêjeya %31 e, li dû wê jî Duhok bi rêjeya %25 û li Helebceyê jî bi rêjeya %4 proje hatine encamdan.
Endamê Lijneya Avakirin û Veberhênanê yê li Parlementoya Kurdistanê Şiwan Kerîm diyar kir: “Ew projeyên ku hatine cîbicîkirin, peywendiyên wan rasterast bi welatiyan ve hene.”
Projeyên ku hatine encamdan, di çendîn warên cuda de ne, weke çêkirin û nûkirina rêyan, avakirina hejmarek bendav, nexweşxane û wêstegehên elektrîkê ye.