Nêçîrvan Barzanî: Rola zanayên olî di hêzkirina binemayên pêkvejiyan û kultura lêbûrînê hebû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 50emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 50emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, radigihîne, her dem rola diyar a zanayên olî di hêzkirina binemayên pêkvejiyan û kultura lêbûrîn û aştiya civakî de hebû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Di salvegera pêncî ya damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îsalmê ya Kurdistanê de, pîrozbahiyê li birêz serok û endamên nivîsgeha cibicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îsalmê ya Kurdistanê û tevahiya mamoste û zanayên birêz ên ola îslamê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Her dem rola diyar a zanayên olî di hêzkirina binemayên pêkvejiyan û kultura lêbûrîn û aştiya civakî û rêgirtina li geşekirina hizra tundrewiyê li Kurdistanê de hebû. Em bi rêz û pêzanînê li rol û erkên wan dinêrin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Her di vê boneyê de, tekeziyê li kûrkirina kultura resen a mirovdostî û aştîxwazî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê dikin û ji bo wê her piştvaniyekê li hewlên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê dikin.”

 

Fly Erbil Advertisment