Serok Barzanî: Pêzanîna min ji bo rola mamosteyên olî di qonaxên cuda ên gelê me de heye

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê ragihand: “Pêzanîna min heye ji bo rola bilind a mamosteyên olî di qonaxên cuda ên gelê me de, çi di warê belavkirina baweriyên xwedanasî û kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê de.”

Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi boneya derbasbûna pêncî salî bi ser damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiya germ li endamên Nivîsgeha Cibicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û tevahiya mamosteyên ola îslamê ya pîroz li Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne: “Pêzanîna min heye ji bo rola bilind a mamosteyên olî di qonaxên cuda ên gelê me de, çi di warê belavkirina baweriyên xwedanasî û kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê û herwiha rûbirûbûna hizra tundrewî û înkarê di nava xelkê Kurdistanê de. Ji bilî wê jî, rola mamosteyan û zanayên mezin ên kurd ên ola îsalmê di hêzkirina hizra netewî û niştimanperwerî û qebûlnekirina stemkariyê di dîroka miletê me de berçav û diyar e û di wê riyê de jî qurbanî dane.”

Serok Barzanî diyar dike: “Her dem û di hemû qonax û rikberiyan de, ew çaveriya ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û tevahiya mamoste û peyayên mezin ên olî yên Kurdistanê heye, bi rola xwe ya pîroz ji bo hişyarkirina civakê û belavkirina ferhenga mirovsalarî û miyanrew û kûrkirina hesta niştimanperwerî berdewam bin.

Di dawiya peyamê de hatiye: “Di vê bîranînê de hêviya serkeftinê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê re di erk û karên wan de dixwazim ku di jiyan û çarenivîsa gelê me de erk û karên pîroz dikin û bi bandor in.”

 

Fly Erbil Advertisment