Koronayê barê jiyana koçberên Sûrî girantir kiriye
Bi belavbûna virusa coronayê rewşa wan bi taybetî ya jin û zarokan xerabtir dibe, ji bo dermankirina nexweşiyên xwe dema xwe digihînin nexweşxaneyê gelek zehmetî dikêşînin.
Stenbol (K24) – Koçberên ji ber şerê li Sûriyê berê xwe dane Tirkiyê 9 sal li xeribiyê derbas kirin lê êş û kêşeyên wan berdewam in. Di ser de jî belavbûna virusa Koronayê barê jiyana koçberan girantir kiriye. Piraniya koçberên li Stenbolê ku bi awayeke qaçax dihatin şixulandin piştî belavbûna koronayê wî karî jî nikarin peyde bikin û dema bi nexweşiyê jî dikevin gelek bi zehmetî xwe digihînin nexweşxaneyê.
Koçberên Sûrî ku hejmara wan li Tirkiyê digihîje nêzîkî 4 milyonan, li xeribiyê ji bo berdewamiya jiyanê tevî şertên xerab ber xwe didin.
Bi belavbûna virusa coronayê rewşa wan bi taybetî ya jin û zarokan xerabtir dibe, ji bo dermankirina nexweşiyên xwe dema xwe digihînin nexweşxaneyê gelek zehmetî dikêşînin.
Koçbereke jin a Sûrî bi salan e li Stenbolê dijî ku nexwest rûyê xwe nîşanî kamerayê bide dibêje, piştî coronayê derd û kulê wan du qat zêdetir bû.
Koçbera Sûrî ji K24ê re got: “Li vê xaniya kevn di bin fişara cîranan de dijîm. Di ser de jî ev nexweşiya corona metirsiya me ya li ser jiyanê zêdetir dike. 3 zarokên min hene. Ji ber coronayê, demeke dirêj e me kar peyde nekir, pere neket destê me û em nikarin kireyê xaniyê bidin. Niha xwediyê xanî gef li me dixwe, nizanim em ê çawa bikin.”
Li gor lêkolîneke saziyeke taybet ji %75ê koçberên Sûrî bi awayeke qaçax û di şertên xerab de tên şixulandin.
Piraniya koçberên li Stenbolê li ser tekstîlê dirûtina cil û kincan kar dikin. Lê piştî zêdebûna haletên koronayê, gelek kargeh hatin girtin û koçber bêkar man.
Koçbera Sûrî Siliva Cemal dibêje: “Jixwe Tirk zû bi zû bi hêsanî îş nedidan koçberan. Digotin: 'E vana Sûrî ne.' Bi vî awayî diaxiviyan. Giştiyê koçberên Sûrî di tekstîlê de dixebitin. Lê ji ber koronayê kar û barên tekstîlê jî rawestiya û ev 6 meh in piranî koçber ji ber kar tune naşixulin.”
Tevî derdê xeribiyê, êşa pandemî barê koçberan du qat girantir kiriye û li pişta xwe bi bareke giran hewla berxwedana jiyanê didin.