Qirgizîstan! Xwepêşanderan serok û rêberên zindanî azad kirin
Dengdêran sebaret bi pêvajo û encamên hilbijartinê xwepêşandan pêk anîn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Roja yekşemê li Qirgizîstanê hilbijartin pêk hatin. Dengdêran sebaret bi pêvajo û encamên hilbijartinê xwepêşandan pêk anîn. Qesra Serokatiyê û parlamento hatin dagirkirin. Her wiha serokên partiyên opozîsyon (mûxalîf) di zindanê de bûn.
Benda hilbijartinê 7%'ê ye. Piştî hat ragihandin ku 12 partî ji bendê derbas nebûne, li Qada Ala-Too xwepêşandan pêk hatin.
Xwepêşander dixwazin encamên hilbijartinê werin betalkirin.

Polîs gaza rondikrêj û bombeyên dengî bikar tînin. Da ku xwepêşander belav bibin. Hejmara xwepêşanderên nerazî ji 5 hezaran zêdetir e.
Xwepêşanderan erebeyên agirkûj û çopê ajotin ser polîsan. Dema polîs vekişiyan, bi kevir û daran Qesra Serokomariyê û parlamento dagir kirin.
Hinek xwepêşander li Qesra Serokomariyê man, hinek jî ber bi girtigehê ve çûn. Di wê girtigehê de zindaniyên siyasî hene.

Bi hoperloran bi coşî bang kirin û gotin, "Me Qesra Serokomariyê wergirt" û "Divê Almazbek Atambayev û Sadir Caparov serbest bên berdan."
Her wiha Berdevkê Çapemeniya Serokatiyê Tolganay Stamaliyeva ragihand ku Serok Sooronbay Ceenbekov li Bişkekê ye.
Xwepêşanderan girtigeh dagîr kirin û serokê berê Almazbek Atambayev jî azad kirin.
Piştî nîvê şevê xwepêşanderan berê xwe dan girtîgeha Komîteya Dewletê ya Ewlehiya Neteweyî. Ev der nêzîkî Qesra Serokomariyê ya ku Atambayev lê dimîne.
Li Komîteya Dewletê ya Ewlehiya Neteweyî pevçûn derketin. Derî hatin şikandin û xwepêşander ketin avahiyê. Piştre, berpirsan Atambayev berdan û radestî alîgirên wî kirin.
Atambayev bi tirimpêlê ber bi Qada Ala Too ve çû. Tê çaverêkirin ku axaftinekê pêşkêşî bi hezaran alîgirên xwe bike.
Li gor zanyariyan di encama mûdaxeleya gaza rondikrêj û bombeya dengî a polîs de, ji 100'an zêdetir polîs û xwepêşander birîndar bûne.
Lê belê ser van bûyeran re, hêj ji aliyê Serok Sooronbay Ceenbekov, Serokwezîr Kubatbek Boronov û Serokê Parlamentoyê Dastanbek Cumabekov ve çi daxuyanî nehatine dayîn.
Salên berê jî dengdêrên Qirgizîstanî yên ji encamên hilbijartinan nerazî, xwe pêşdandanên tûnd pêk anîbûn.
Qirgizistan welatekî çiyayî yê Asya Navîn e. Gelê vî welatî bi piranî koçer in û ew welatekî kevin yê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst e. Bi parçebûna Sovyetan re ev welat di sala 1991'an de giha rizgariya xwe.