Li Tirkiyê 1614 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 58 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 58 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 614 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 58 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gihiştiye 337 hezar û 147 kesan. Herwiha hejmara miriyan jî gihîtiye 8 hezar û 895 kesan.

Diyar kir jî, di 24 demjimêran de 1 hezar û 301 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, 295 hezar kes derbas kiriye.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê da xuyakirin, hejmara nexweşên giran yên di nexweşxaneyan de jî kêm dibe. Herwiha daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rêkar û rênimayan xweparastinê bibin.