Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 957 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 957 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1632 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 338 hezar û 779 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1314 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 296 hezar û 972 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1632 nexweşên din hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran 1416 ye. Hejmara nexweşên me yên giran weke xwe didome. Kêmkirina hejmara nexweşên giran di destê me de ye. Eger em bi hev re pabendî tedbîran bibin, em dikarin pêşiya vîrûsê bigrin. Em ê bi hev re bi ser bikevin, bawer bikin.”