Li Tirkiyê 1671 kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 14 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1671 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 340hezar û 450 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1396 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 298 hezar û 368 kesan.