Li Tirkiyê 71 kesan canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de 1401 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 71 kesan canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara nexweşên Koronayê li Tirkiyê gihiştiye 345 hezar û 678 kesan û 9 hezar û 224 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 1422 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 302 hezar û 499 kesan.