Dadgeha Enqereyê ji bo Ahmet Turk biryara kontrola adlî da!

Heta dadgeh biryarekê dide; divê herroj biçe asayîşê û imzayê bavêje. Her wiha nikare ji Tirkiyeyê derkeve.

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Enqereyê doz li ser Şaredarê Mêrdînê yê hilbijartî Ahmed Turk vekir. Doz di çarçoveya lêpirsîna "bûyerên Kobaniyê" hatiye vekirin.

Turk, piştî lêpirsînê bi şerta kontrola dadi hat berdan. Lewra heta dadgeh biryarekê dide; divê herroj biçe asayîşê û imzayê bavêje. Her wiha nikare ji Tirkiyeyê derkeve.

Ahmet Turk wekî şarêdarê Mêrdînê hatibû hilbijartin. Lê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, şaredartiya wî betal kir û dest danî ser şaredariyê. Li şûna Turkî qeyûm hat tayînkirin.

Vê carê Ahmet Turk bi hinceta lêpîrsîna Bûyerên Kobanî hat desteserkirin.

Serdozgeriya Enqereyê bo wergirtina îfadeyê bangî Turkî kir. Ehmed Turk ji îfadeyê bide çû dadgeha Mêrdînê û li wir îfadeya xwe da. Dadgeha Enqereyê bi mercê kontrola dadî biryara berdana Ehmed Turk da.

Ehmed Turk, piştî berdanê da xuyakirin, "Piştî şeş salan vekirina dozeke weha siyasî ye û tu bingeheke yasayî nîne."

Bi lêpirsîna serdozgeriya Enqereyê, derbarî 82 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û Peyvdarê Berê yê HDP'ê Gunay Kubîlay jî di nav de 17 kes hatibûn girtin.

Bûyerên Kobanî çi ye?

Sala 2014'ê DAIŞ'ê li Kobanî dorpêç kiribû. Li bakûrê Kurdistanê 6-7 Cotmehê xwepêşandan çêbûn. Xwestekên xwepêşenderan ev bûn: "Ji bo xelkê Kobanî riya alîkariyan ser Tirkiye re bête vekirin" û "Tirkiye alîkariya DAIŞê neke."

Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (İHD), 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes hatin girtin. Li gor Ajansa Anadolu 1113 avahiyan zerer dîtin.