Li Tirkiyê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 445 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 445 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 20ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1894 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 351 hezar û 413 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1512 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 306 hezar û 939 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 1894 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên giran derket 1545an. Hewldana ku xebatkarên me yên tendirustiyê ji bo başbûna nexweşan didin, divê em jî ji bo pabendbûna tedbîran bidin. Bi pabendbûna tedbîran, bi hev re piştgirî bidin têkoşînê.”