Li Tirkiyê 69 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 69 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 69 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24 demjimêrên bûrî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 2 hezar û 91 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 69 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiyê bi vîrûsa Koronayê de 359 hezar û 784 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihîşt 9 hezar û 727 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1 hezar û 573 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 313 hezar û 93 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Heimara nexweşên me yên giran zêde dibe. Berpirsyariya me jî guhdana tevdîran e. Em bi hev re têkoşînê bidin.”