Li Tirkiyê amarên îro yên Covid-19ê: 75 mirî û 2198 pêketî

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 9 hezar û 874 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 26ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2198 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 363 hezar û 999 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1618 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 316 hezar û 8 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.198 nexweşên din hatin tomarkirin. Zêdebûna hejmara nexweşên giran û aktîv berdewam e. Divê em ji bo rawestandina zêdebûna herêmî ya belavbûna nexweşiyê, bi hev re têkoşînê bikin. Îro ji tedbîrê bihêztir, çekeke me ya din tine ye. Em li dijî belavbûna vîrûsê organîze bibin.”