Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin

Li Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên beriya şeş salan, Parlamenterê berê yê BDPê Îbrahîm Bînîcî û du berpirsên din ên HDPê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên beriya şeş salan, Parlamenterê berê yê BDPê Îbrahîm Bînîcî û du berpirsên din ên HDPê hatin binçavkirin.

Piştî şeş salan, Serdozgeriya Enqereyê ji ber bûyerên Kobanê yên 6'ê Cotmeha 2014 lêpirsîn vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 82 parlamenter û berpirsên berê yên HDPê hatibû dayîn. Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û Peyvdarê berê yê HDPê û gelek berpirs hatibûn zîndankirin.

Îro jî li Enqere, Diyarbekir, Batman û Semsûrê polîsan êriş birin ser gelek malan. Li gor agahiyên destpêkê, Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasî BDPê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa HDPê û berpirsekî din hatin binçavkirin.

Rêveberiya polîsê Tirkiyeyê jî da xuyakirin, ji bo binçavkirina heşt kesan operasyon hatiye kirin û heta niha 3 kes hatine binçavkirin.