Tirkiyê erkê keştiya Oruç Reîs li deryaya Naverast mijdarê dirêj kir
Lêgerînên gaz û petrolê yên Tirkiyê li deryaya Naverast berdewam in û li herêmeke din NAVTEKS hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Lêgerînên gaz û petrolê yên Tirkiyê li deryaya Naverast berdewam in û li herêmeke din NAVTEKS hat ragihandin.
Desthilata Tirkiyê, xebatên lêgerîna gaz û petrolê yên Keştiya Oruç Reîs heta 14'ê mijdarê dirêj kir. Tirkiye di çarçoveya lêgerînan de li deryaya Naverast NAVTEKS ragihand û ketin û derketina herêmê qedexe kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Tirkiyê, du keştiyên şer yên Tirkiyê jî, bo parastina keştiya Oruç Reîs li deverê ne.
Serokomarê Tirkiyê dabû xuyakirin, ew ji bo derfetekê bidin proseya dîplomasîyê, keştiyên gaz û petrolê vekişandibûn bendera Antalyayê, lê piştî demekê, careke din keştî şandin deryaya Naverast.