Li Tirkiyê 2 hezar û 302 kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 402 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 2yê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2302 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 379 hezar û 775 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1521 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 327 hezar û 7 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2302 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran li gor duh 164 zêde bû û gihişt 2341ê. Di têkoşîna pandemiyê de tenê bi fedakariya xebatkarên tendirustiyê em nikarin bi ser bikevin. Divê em hemû bi hev re beşdarî têkoşînê bibin û tedbîran bernedin.”