Li Tirkiyê 79 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 79 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 481 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2343 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 382 hezar û 118 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1817 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 328 hezar û 824 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.343 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran zêde dibe. Hêza me ya herî girîng ku belavbûna pandemiyê biguherîne, pabendbûna tedbîran e. Eger em bi hev re pabendî tedbîran bibin, em ê derfet nedin belavbûna vîrûsê. Hêzê bidin têkoşînê.”