Serokê Duma yê Rûsyayê: Hilbijartinên Amerîkayê nimayîşa şanoyê ye
Serokê Parlementoya Rûsyayê ku bi navê Duma tê nasîn, ragihand; hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê "nimayîşeke şanoyê ye" û weke nimûneyeke "demokrasiyê" tê pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlementoya Rûsyayê ku bi navê Duma tê nasîn, ragihand; hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê "nimayîşeke şanoyê ye" û weke nimûneyeke "demokrasiyê" tê pêşkêşkirin.
Serokê Dumayê Vyaçeslav Volodin ji kanala Rûsya24 re ragihandiye: “Hûn dizanin ev nimayîşa şanoyê ye, nabe ji xeynî vê, navekî din lê were danîn. Gelek kes diçin ser ekranan, lê divê em fêm bikin û bizanin ku ev şanogerî ye. Ev şanoyek e ku weke nimûneyek ji bo demokrasiyê nimayîş dikin.”
Vyaçeslav Volodin herwiha dibêje: “Bi hilbijartinên Serokatiya Rûsyayê û firehiya partiyên siyasî yên li Rûsyayê bînin ber hev, ligel wê sîstema li Amerîkayê heye, ku tenê du alî namzetên wan hene ji bo serokatiya welat.”
Îro sêşemê 3yê Mijdara 2020an, proseya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê birêve diçe û her yek ji namzetê komariyan Donald Trump û namzetê demokratan Joe Biden rikeberiyê dikin.