Trump “gotara serkeftinê” pêşkêş kir
Donald Trump piştî girtina sindoqên denganê gotara serkeftinê' pêşkêş kir û ragihand, ew li hin wîlayetan bi ser ketin ku ew li bendê bûn lê bi ser bikevin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Donald Trump piştî girtina sindoqên denganê gotara serkeftinê' pêşkêş kir û ragihand, ew li hin wîlayetan bi ser ketin ku ew li bendê bûn lê bi ser bikevin.
Trump di gotarekê de ragihand:
Ez dixwazim spasiya gelê Amerîka bikim. Bi milliyonan kesan dengên xwe dan me. Em xwe ji bo ahengeke mezin amade dikin. Em bi ser dikevin.
Encamên îşev bêhempa bûn. Em bi temamî amade ne derkevin derve û dest bi pîrozbahiyê bikin.
Gelê vî welatî ewqas deng daye, hejmareke rekorî ye. Berê tiştekî wiha qet nebûbû!
Em ne tenê li Florîdayê bi ser ketin, lê belê em bi cudahiyeke mezin bi ser ket.
Em li Teksasê bi ser ketin û em bi 700 hezar dengan li pêş in. me bi zelalî Georgia bi dest xist, ligel Karolînaya Bakur.
Li Arîzona, kesekî got Joe Biden ew biriye û dibe ku ew bibe jî, lê bêgûman dengên me gelek bûn. Pêwîstiya me bi wê nine ku bibin, ligel wê jî eger em wê wîlayetê bistînin, xweş e.
Ya herî girîng ew e, em ê li Pensîlvanyayê bibin. Bi 690,000 dengan em li pêş in.