Li Tirkiyê 2 hezar û 391 kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 4ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 384 hezar û 509 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1841 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 330 hezar û 665 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.391 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 2464an. Heta ku temas neyê kêmkirin, ne mimkun e ku belavbûna vîrûsê di bin kontrolê de be. Divê xebatkarên me yên tendirustiyê newestin. Ji bo ku hûn alîkariya wan bikin, temasê kêm bikin. Girîngî bidin paqijiyê. Maskan bi kar bînin.”