Hejmara qurbaniyên erdheja Izmirê gihîşt 114 kesan
Hejmarên kesên di erdheja Îzmîrê de canê xwe ji dest dane gihişt 114 kesan. Li nexweşxaneyan jî dermankirina 137 kesan didome.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarên kesên di erdheja Îzmîrê de canê xwe ji dest dane gihişt 114 kesan. Li nexweşxaneyan jî dermankirina 137 kesan didome.
Serokê Dezgeha Hawarçûna Lezgîn û Karesatê (AFAD) da xuyakirin, tîmên rizgarkirinê termeke din ji bin avahiyên hilweşyayî derxistin û bi vê awayê hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihişt 114 kesan.
Serokê AFADê da zanîn jî, xebatên tîmên rizgarkirinê bidawî bûne.
Da zanîn, di erdhejê de 1035 kes birîndar bûne û heta niha proseya dermankirina 898 kesan temam bûne.
Roja 30ê Cotmehê de li Izmîrê erdhejek bi tundiya 6.6 qewimî, bi giştî 1621 paşlerze hatine tomarkirin û 20 avahî hilweşiyan.