Li Tirkiyê 81 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2311 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 386 hezar û 820 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1714 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 332 hezar û 379 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.311 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran ji duh 100 kes zêde ye. Divê em rê li ber vê zêdebûnê bigrin. Heta hûn bi qasî ku nexweşiyê bidin ber çav neçar nebin, ji temas û liv û tevgerê dûr bikevin. Girîngî bidin paqijiyê. Maskan bi kar bînin.”