Li Tirkiyê 84 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 2516 kesên din bi vîrûsa Korona (Covid-19) ketin û 84 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 2516 kesên din bi vîrûsa Korona (Covid-19) ketin û 84 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin. Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2516 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 84 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan.
Herwiha diyar kir jî, di 24 demjimêran de 2740 kes baş bûne.
Bi amarên dawî hejmara mirinên bi Korona li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gihişt 10 hezar û 887 kesan û hejmara nexweşan jî gihişt 395 hezar û 255 kesan.