Zavayê Erdogan dest ji kar kişand

Medyaya cîhanî belav kir, Wezîrê Darayî û Gencîneya Tirkiyê Berat Albayrak ku zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan e, îro dest ji kar vekişand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Gencîneya Tirkiyê Berat Albayrak ku zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan e, îro dest ji kar vekişand.

Al Bayrak li ser Instagramê got, piştî xebata 5 salan, wî biryar daye ku ji ber sedemên tenduristiyê, çalakiyên xwe dewam neke.

Destkişandina Wezîrê Darayî û Gencîneya Tirkiyê di demekê de ye, Lîreya Tirkî demek e bi awayekî rojane nirxê xwe winda dike.

Berat Albayrak zavayê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan e, pêştir ji sala 2015'an heta 2018'an Wezîrê Çavkaniyên Av û Enerjiyê bû û ji sala 2018'an ve Wezîrê Darayî û Gencîneya Tirkiyê bû.

Heta niha derbarê destkişandina wî de, medyaya Tirkiyê ti zanyarî belav nekirine.