Wezîrê nû yê Darayî û Gencîne yê Tirkiyê diyar bû
Li şûna Berat Albayrak, ji bo Wezareta Darayî û Gencîne ya Tirkiyê Lutfî Elvan hat erkdarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li şûna Berat Albayrak, ji bo Wezareta Darayî û Gencîne ya Tirkiyê Lutfî Elvan hat erkdarkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh destjikarberdana Wezîrê Darayî û Gencîneyê Berat Albayrak pejirand û şûna wî, Wezîrê Berê yê Geşedanê Lutfî Elvan erkdar kir.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî 27 demjimêran, biryara destjikarberdana zavayê xwe Berat Albayrak pejirand. Li şûna Albayrak jî Lutfî Elvan wek Wezîrê Darayî û Gencîne yê Tirkiyê erkdar kir.
Lutfî Elvan di sala 1962an de li bajarê Karamanê jidayîk bûye. Piştî temamkirina Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, li Brîtanya û wîlayetê Delaware yê Amerîkayê doktora bidest aniye.
Elvan di hikûmeta AK Partiyê de wek parlamenterê Mêrsîn û Antalyayê hatiye hilbijartin û postên cîgirtiya Serokwezîr û Wezîrê Geşedanê wergirtine.
Li aliyê din duh nirxê lîreya Tirkiyê sedî 6 bilind bû, lê îro dîsa daketina nirxê lîre berdewam e.