Talîban daxwazekê ji Joe Biden dike

Tevgera Talîban a Îslamî ya li Efxanistanê, ji Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden daxwaz kir; panbendî rêkeftina ku Amerîkayê ligel Talîbanê li Qeterê îmze kiribû, bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Talîban a Îslamî ya li Efxanistanê, ji Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden daxwaz kir; panbendî rêkeftina ku Amerîkayê ligel Talîbanê li Qeterê îmze kiribû, bibe.

Bi navbeynkariya Qeterê, piştî danûstandinên nepenî yên zêdetirî salekê, di meha Sibata 202an de, Amerîka û Talîbanê rêkeftin kirin.

Li gor rêkeftinê, nexşerêyeke nû ya siyasî ji bo Efxanistanê were danîn û artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê vekişe û Talîban jî beşdarî pêvajoya siyasî bibe.

Roja 3yê Mijdara 2020an, proseya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê birêve çû û namzetê demokratan Joe Biden di hilbijartinan de bi ser ket.

Di daxuyaniyekê de, Tevgera Talîban a Efxanistanê daxwaz kir ku îdareya nû ya Amerîkayê, bêtir biaqilane tevbigere û ji bo bidawîkirina şerê li Efxanistanê çalaktir bibe.

Li gor rêkeftina Amerîka û Talîbanê, divê di dawiya meha Gulanê ya sala 2021ê de serbazê herî dawî yê Amerîkayê, ji Efxanistanê derkeve.