Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 87 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 87 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 59 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2529 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 399 hezar û 360 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 2215 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 342 hezar û 501 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.529 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran 3.000 kes derbas kir. Ji bo em mirinan kêm bikin, divê em hejmara nexweş û nexweşên giran kêm bikin. Em tenê bi têkoşîna bi hev re, bi pabendbûna tedbîran dikarin bigihin vê yekê. Maskan bi kar bînin.”