Li Tirkiyê 86 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 86 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 86 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 11 hezar û 145 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 11ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2693 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 402 hezar û 53 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 2112 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 344 hezar û 613 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2.693 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Têkoşîna li dijî nexweşiya belavbûyî, him bi takekesî û him jî bi civakê mirov dikare bimeşîne. Xebatkarên me yên tendirustiyê ji bo ku barê me yê nexweşxaneyê di asta şiyana xwe de bihêle, bi hemû hêza xwe dixebitin. Tenê bi hev re em dikarin li hember vîrûsê bi ser bikevin.”