Amerîka: Kongreya Vegera Penaberan a li Şamê “Şano” ye
Amerîka Kongreya Vegera Penaberên Sûriyê li Şamê bi “Şano” bi nav dike û dibêje, hikûmeta Sûriyê dixwaza wê kongreyê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka Kongreya Vegera Penaberên Sûriyê li Şamê bi “Şano” bi nav dike û dibêje, hikûmeta Sûriyê dixwaza wê kongreyê ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bîne.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Kyle Brown di daxuyaniyekê de ragihand, alîkariyên Rûsya û hikûmeta Sûriyê pêkêşî kesên ku bi neçarî ji ber rewşa şer malên xwe hîştine, gelekî kêm e. Got jî: Kongreya navdewletî ya taybet bi vegera penaberan ya li Şamê hatiye girêdan, ne hewleke pê bawer e ji bo penaberan bi dilê xwe vegerin Sûriyê.
Wezaretê destnîşan kir ku ev konferansa dawî tenê ji aliyê komeke teng a hevkarên hikûmeta Sûriyeyê ve tê piştevanîkirin û got ku ev "Xuya ye cîhan bi vê yekê nayê xapandin. Ev tenê şanoyek e.”
Wezareta Derve ya Amerîka hikûmeta Esed ya Rûsiya piştevaniya wê dike tawanbar kir ku hewil dide bi milyonan penaberan bi mebestên sîyasî bikar tîne û dixwaze nîşan bide ku krîz bi dawî bûye.
Herwiha rêjîma Sûriyê bi kuştina nîv milyon Sûrî, rêgirtina gihîştina alîkariyan û bombebarankirina gelek nexweşxaneyan jî tometbar kir.
Wezaretê tekez kir jî, Washington ji destpêka krîza Sûriyê ji hemûyan zêdetir alîkarî pêşkêşî Sûriyê kiriye û diyar kir, di sala borî de nêzîkî 1.6 milyar Dolar alîkariyên mirovî ji penaberên Sûrî û welatên mêvandariya wan kirine re pêşkêş kiriye.
Li Şamê paytexta Sûriyê, Konferansa Navdewletî ya Vegera Penaber, bi beşdarbûna şandeyên ji 27 welatan ku Rûsya, Çîn, Îran, Lubnan, Îmaratên Erebî, Oman û Pakistan û her wiha nûnerên Netewên Yekgirtî û 12 rêxistinên sivîl jî di nav de hatibû girêdan.
Ev piştî wê yekê tê, Rûsya bi tundî Washington rexne kir ku red kir beşdarî Konferansa Navneteweyî ya Vegerandina Penaberên Sûrî bibe.