Li Brîtanyayê 462 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Di 24 demjimêrên borî de li Brîtanyayê 462 kes ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Bi vê hejmarê jî hejmara qurbaniyên Koronayê derket 51 hezar 766 kesî.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di 24 demjimêrên borî de li Brîtanyayê 462 kes ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Bi vê hejmarê jî hejmara qurbaniyên Koronayê derket 51 hezar û 766 kesî.
Wezareta Tenduristiyê ya Brîtanyayê ragihand, di nava 24 demjimêrên dawî de 26 hezar û 860 kes bi vîrûsa korona ketin û 462 kes ji ber wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
Brîtanya li Ewropayê yekemîn welat e ku zêdetir ji 51 hezar kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hukûmeta Brîtanîya bi niyaz e tedbîrên tundtir bike, ji ber ku cejnên Christmas û sersalê nêzîk in û eger heye hejmareke mezin ji xelkê bi Koronayê bikevin.
Derbarê vaksinê de jî, berpirsên Brîtaniyayî dibêjin, ew ê di dawiya îsal yan jî di destpêka sala bê de, dest bi belavkirina vaksîna Koronayê bikin.