Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim koça dawiyê kir
Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Muelim koça dawiyê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Muelim koça dawiyê kir.
Televizyona fermî ya Sûriyê belav kir, Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Muelim îro danê sibê di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.
Diyar kir jî, Welîd Muelim sala 1941an li Şamê ji dayik bûbû û di sala 1963an de li zanîngeha Qahîreyê lîsansa aborî bi dest xistiye.
Muallem di salên 1990-1999'an de wek Balyozê Sûriyê li Amerîkayê bû. Piştre di destpêka sala 2000'an de bû Alîkarê Wezîrê Derve. Di sala 2005'an de wek Cîgirê Wezîrê Derve dest bi kar kir û ji sala 2006'an û vir ve wek Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan bû.