Merkel: Nahêlin ez rêkarên tundtir li dijî koronayê pêk bînim

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand; serokên 16 herêmên Almanyayê nahêlin ji bo rûbirûbûna koronayê rêkarên tundtir pêk bîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ragihand; serokên 16 herêmên Almanyayê nahêlin ji bo rûbirûbûna koronayê rêkarên tundtir pêk bîne.

Angela Merkel di civîneke çapameniyê de ragihand ku ew dixwaze rêkarên tundtir bigre ber, lê rayedarên din nahêlin, "divê em li bendê bin û bibînin bandorên koronayê heta ku derê dê bigihîjin".

Merkel eşkere dike ku piraniya herêmên Almanyayê red kirine ku rêkarên tundtir pêk bînin, eger wan rê bida, dê yekser rêkarên nû bihatana ragihandin.

Li Almanyayê bar û xwaringeh girtî ne, lê dibistan vekirî ne, herwiha kombûna ji 10 kesî zêdetir qedexe ye.

Angela Merkel ji welatiyên Almanyayê daxwaz dike ku maskan bi kar bînin û civînan jibîr bikin, eger na, li dijî vîrûsa koronayê dê bi ser nekevin.

Li Almanyayê ji her 100 hezar kesî, 143 kes bi koronayê dikevin, her ku diçe hejmara pêketiyan jî zêde dibe.

Fly Erbil Advertisment