Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li cîhanê 57 milyon derbas kir
Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57 milyon û 343 hezar û 535 kes bi vîrûsa korona ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê bi giştî li cîhanê 57 milyon derbas kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57 milyon û 343 hezar û 535 kes bi vîrûsa korona ketine.
Vîrûsa koronayê (Covid-19) herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketiyan bi qasî 12 milyon e. Li dû Amerîka, bi 9 milyon pêketiyan Hindistan û li dû wê jî bi 5,9 milyon pêketiyan, Brezîlya tê.
Ji ber vîrûsa koronayê li temamê cîhanê 1 milyon û 368 hezar û 629 kesan jiyana xwe ji dest dane. Amerîka bi 253 hezar û 769 mirinên ji vîrûsa koronayê li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168 hezar û 61 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrûs di dawîya sala 2019an de li Wuhan a Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê eşkere dikin ku li Çînê 91,965 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 4,742 kes bi wê mirine.