Avakirina komîsyona hilbijartinê ya opozîsyonê rastî rexneyan tê

Biryara Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) a avakirina komisyoneke hilbijartinan, karvedanên navxweyî li pişt xwe anîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryara Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) a avakirina komisyoneke hilbijartinan, karvedanên navxweyî li pişt xwe anîn. Serokê Îtîlafê Nesir El Herîrî dibêje, avakirina vê komisyonê, di çarçoveya hewlên bicihkirina xalên daxuyaniya Cenêvê û biryara navdewletî 2254 de tê. Endamên Desteya Bilind a Danûstandinan jî diyar dikin ku ev gaveke pêşwext e.

Tevî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed ti girîngiyê nade biryarên navdewletî û xwe ji hilbijartinên serokatiyê re amade dike. Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) biryara avakirina komisyoneke hilbijartinan da. Vê biryarê jî rexneyên tund li pişt xwe anîn.

Avakirina "Komisyonê" rê li ber nîqaşeke mezin di navbera opozîsyona Sûriyê de vekir û ev pêngava Îtîlafê di berjewendiya rêjîma Esed de hat nirxandin. Ev jî ji ber ku "şoreşa Sûriyê vediguhere şerê li ser desthilatdariyê û serokatî li Sûriyê".

Serokê Îtîlafê Nesir El Herîrî li twittera xwe belav kir: “Bi mana tawanbar Beşar Esed ti careserî li Sûriyê çênabe. Ne Îtîlaf û ne piraniya gelê Sûriyê jî, nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û ne lê mikur tên. Avakirina komisyona hilbijartinan, di çarçoveya kedên bicihkirina hemû bendên daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254 a piştî qonaxa çûna Esed de tê.”

Her di vê derbarê de, Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Yehya El Erîdî ev biryar bi gaveke pêşwext bi nav kir û got: "Ne Îtîlaf û ne jî tu pergaleke siyasî ya opozîsyonê ya heyî, dikare bi amadebûna Beşar Esed beşdarî hilbijartinan bibe."

El Erîdî got: “Ev gava Îtîlafê pêwîstiya wê bi şîrovekirina zêde heye, ji ber ku ji bo her gavekê, divê zemîneke ewle û bêalî hebe.”

Li gorî paragrafa 4em a biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254), divê pêvajoya siyasî ya avakirina hikûmeteke berfireh û ne mezhebî di nava 6 mehan de pêk were. Piştî wê di 18 mehan de sîstema destûrî ya ji bo gihîştina bi hilbijartinên perlemanê û serokomariyê, were nirxandin.

Biryar e di meha Nîsana 2021an de hilbijartinên serokomariyê li Sûriyê bên kirin û Beşdar Esed bi hevkariya Rûsya û Îranê hewl dide di cihê xwe de bimîne. Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Yehya El Erîdî dibêje: Avakirina komisyona hilbijartinan, ne ji bo beşdariyê di hilbijartinên 2021an de bikin. Belkû amadekariyek ji bo bicihkirina xalên biryara navdewletî 2254 e.