14 çekdarên ser bi Îranê li Sûriyê hatin kuştin

Li bajarê Bokemalê yê nêzîkî sînorê Iraqê, di encama êrîşeke esmanî de 14 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokemalê yê nêzîkî sînorê Iraqê, di encama êrîşeke esmanî de 14 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ku tê texmînkirin ku Îsraîlî bin, xalên mîlîşyayên hêzên ser bi Îranê ve li Bokemalê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di êrîşê de 10 xalên mîlîşyayên Îranê li rojavayê Bokemalê hatin aramnckirin û teqînên mezin li derdora bajarê Bokemalê rû daye.

Li gor zanyariyan, di wê êrîşê de 14 çekdarên Efganî û Iraqî hatine kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûn.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên mîlîşyayên ser bi Îranê, Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.