Pompeo: Ji bo piştgîriya li hikûmeta Kazimî li Iraqê ne

Wezîra Derve ya Amerîkayê dibêje: "Hebûna me li Iraqê, bi armanca piştgîriya li hikûmeta Kazimî ye ji bo avakirina Iraqeke pêşkeftî.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Amerîkayê dibêje: "Hebûna me li Iraqê, bi armanca piştgîriya li hikûmeta Mustefa Kazimî ye ji bo avakirina Iraqeke pêşkeftî.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro yekşemê 22-11-2020 di hevpeyvînekê de li gel kenala “Alarabiya” de derbarê dosya Iraq û Îranê de axivî.

Pompeo got: "Washington hewl dide aştiyê li herêmê pêk bîne. Iraqiyan jî nîşan daye ku ew ne girêdayî Îranê ne."

Li ser sedema man ya nemana hêzên Amerîka li ser axa Iraqê de, Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, mana wan ji bo piştevanîkirina li hikûmeta Mustefa Kazimî ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka tekez kir, Amerîka dê bu berdewamî berjewendiyên xwe yên li herêmê û hevpeymanên xwe biparêzin.

Derbarê şerê DAIŞê de got: "Me hevpeymanek ava kir ku karîbû rêxistina terorê li Iraq û Sûriyê têk bide."

Pompeo di beşeke din a axaftina xwe de derbarê tedbîrên ku dikare Amerîka li dijî mîlîşyayên Îranê yên li Iraqê de bigire ber xwe de got: "Dê paşê ev tedbîr werin diyarkirin".

Pompeo di hefteya borî de dest bi zincîreyeke sardana ji bo heft welatan kir. Destpêkê bi Fransayê dest pê kir û paşê Tirkiye, Îsraîl û Îmaratê. Di hemû serdanên xwe de behsa dosya Îranê kir û tekez kir ku di nava çend hefteyan, Washington dê cezayên nû li Tehranê bisepîne.

Pompeo di beşeke din a axaftina xwe de aşkere kir: "Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya stratejiya xwe ya li Rojhilata Navîn de, hevpeymanekê ji bo serederiya bi Îranê re ava kiriye." Pompeo got jî: "Em ê hevpeymanekê ava bikin da ku îran ewlehiya herêmê têk nede."

Ev daxuyaniyên Pompeo yên der barê Iraq û Îranê de di demekê de ye, artêşa Amerîkayê duh ragihand, firokeyên şer ên cura B-52 şandine Rojhilata Navîn. Diyar kir jî: "Armanc ji şandina firokeyan ew e, ji bo bersiva dijminan bidin û hevpeymanên xwe biparêzin."

 

Fly Erbil Advertisment