Sûriye.. Wezîrê karên derve yê nû hat destnîşankirin!
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallim, 16'yê Mijdarê 79 salî canê xwe ji dest dabû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Berî çend rojan Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallim canê xwe ji dest dabû. Lewma cihgirê wî Faysal Mikdad wekî wezîr hat destnîşankirin.
Ofîsa Serokatiya Sûriyeyê daxûyaniyek beşav kiri û têde got, "Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî 3 biryar dan. Ya yekem: Faysal Mikdad dibe Wezîrê Derve yê Sûriyeyê. Ya duyem: Beşar Caferî dibe cihgirê wezîrê derve. Biryara sêyem jî ev e: Besam Sabbah, li new Yorkê dibe Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallim, 16'yê Mijdarê 79 salî canê xwe ji dest dabû. Ji 2006'ê ve wezîrê karên derve bû.