Li Enqerê qurbaniyên komkujiya Sêwazê hatin bibîranîn

Li Tirkiyê ku di dîroka vê de bi dehan komkujî û qetlîam li ser Kurd û Elewiyan hatine kirin de Qetlîama Sêwaza li bakurê Kurdistanê 28 sal berî niha pêk hatî û 33 rewşembîr, nivîskar û hunermendên Kurd û Elewî canê xwe ji dest dabûn li Enqera paytexta Tikiyê bi pêşengehekê hatin bibîranîn.

 

Enqere (K24) – Li Tirkiyê ku di dîroka vê de bi dehan komkujî û qetlîam li ser Kurd û Elewiyan hatine kirin de Komkujiya Sêwaza li bakurê Kurdistanê 28 sal berî niha pêk hatî û 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd û Elewî canê xwe ji dest dabûn li Enqera paytexta Tikiyê bi pêşengehekê hatin bibîranîn. Kesûkarên qurbaniyên vê qetlîamê ku beşdarî pêşangeh bûn ragihandin êşa dilê wan hêj nû ye ji ber ku kujer û sucdarên vê qetlîamê hêj nehatine dîtin.

Li Tirkiyê di sala 1993an de li bajarê Sêwaza bakurê Kurdistanê 33 rewşwnbîr, hunermend, nivîskarên Kurd û Elewî ji bo bîranîna Pîr Sultan Ebdal li otêla madimaka Sêwazê li hev kom dibin. Lê belê ji aliyê gelê Sêwazê we otela ku lê dimînin tê şewitandin û canê xwe ji dest didin. Qurbaniyên vê qetlîamê li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşangeheke ku ji aliyê Komeleya Pîrsûltan Abdalê ve hatiye sazkirin û bi wêneyên wan yên bi destan hatiye xêzkirin hatin bibîranîn.

Korya KAYAyê zarokê 12 salî yek ji wan qurbaniyan bû ku bi xwîşka xwe re di vê qetlîamê de canê xwe ji dest dabû. Li gel wêneyê wî peykerê wî jî ji aliyê komeleya pîrsûltan Abdalê hatiye çêkirin. Dîya KAYA ku li ber peykerê kurê xwe rondik barandin amaje pê kir ku kesên kurî wî qetil kirine îro azad in û nahetine sizakirin.

Hûsnîye Kaya, diya Korya Kaya got: “Ji bo her kesên ku di vê pêşangehê de keda wan heye sipas dikim. Bila hemû kes bizanibe ku kujerên ku kurê min qetil kirine azad in. Ev yek êşa dilê min zêdetir dike. Heta ku kûjer neyên sizakirin dê kezeba min û malbatên din her pişewite. Korayê min 12 salî bû û tu sucê wî tune bû.”

Hûseyîn Karababa jî di vê qetlîama Sêwazê de Xwîşak xwe û sê kesûkarên xwe wenda dike dibêje aliyekê dilxweş in ku bi çalakyiyên wiha wendahiyên wan tên bibîranîn aliyekê jî dilşewatin ku cihê 33 kes lê hatine şewtandin nebûye mûzexane.

Hûseyîn Karababa, birayê Gûlsûm Karababa ji K24ê re diyar kir: “Xwîşka min Gûlsim Karababa û biraziyên min Handan û Saît Metîn di qetlîama Sêwazê de hatin Şewitandin. Ji bo ku ev qetlîame bê zelalkirin min serî dadgeha mafê mirovan ya Ewropayê da ez hemû dadgehên Tirkiyê geriyam lê kujer hatin azadkirin û li derve ne.”

Endamê komeleya Pîr Sûltan Abdalê Îsmaîl Ateş jî ragihand ku armanca wan ya vê çalakiyê ev e careke din êşên wiha neyên kişandin û qurbaniyên qetlîamê her bên bibîranîn.

Îsmaîl Ateş dibêje: "Armanca ev çalakiya ku me li vê derê li darxistî ew e ku bila êdî ev êş, derd û kulên ku me kêşane carekedin nayên kişandin û ev keç û xortên me rewşenbîr û hunermendên me her bên bibîranîn. Em ê her gav qurbaniyên xwe bibîrbînin."

Herwiha rayedarên Komleya Pîr Sultan Abdal yên ku beşdarî vê pêşangehê bûn amaje pê kirin ku ew ê li Enqera paytexta Tirkiyê sala bê mûzexaneyekê jî bo qurbanîyan vekin, ji bo ev qetlîama 28 sal di ser re derbas bûne, neyê jibîrkirin.