Li Sûriyê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Sûriyê 4 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 380 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 4 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 380 kesan.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 71 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 7295 kesan, 380 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 58 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 3155 kesan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Korona ketine, ji yên Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê radigihîne zêdetir e.