Li Sûriyê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Sûriyê 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 391 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 391 kesan.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 90 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 7459 kesan, 391 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 58 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 3271 kesan.
Li Sûriyê yekemîn haleta pêketina bi Koronayê di 22ê Adara bûrî de hat tomarkirin. Di 29'ê heman mehê de jî, yekem haleta mirinê hat tomarkirin.